Li Îranê hilbijartina serokomariyê

Sibe, 18’ê Hezîranê, hilbijartinên serokatî yên Îranê pêk tê.
Beriya 48 seatan ji destpêkirina hilbijartinê, namzetê reformîst Muhsin Mehir Elîzada ku 1 ji 7 namzetên hilabijarinên serokatiyê bû, xwe vekişand.

Bi vekşîna Elîzade re, kesek namzetên Reformîstan û 5 jî namzetên Muhafezekar, di pêşbaziya hilbijartina serokomariyê de ne.

Beriya hilbijartina bi çend hefetayn, namzetên nerm û raformîst ji hilbijartinan hatin dûrxisitn û destekdayîna namzetên muhefezekar hate kirin.

Li gorî texmînan, vekişîna Elîzade tu bandoreke zêde li hilbijartina nake, ji ber di rapirsînan de dengên herî kêm bi dest xisitn.

Li gorî rapirsînan, tê payînkirin ku namezetê muhafezekar Elî Reyîsî dengên herî zêde bi dest bixe.

Sibe, 59 milyon ji gelên Îranê ji bo karanîna dengê xwe diçin ser sindoqan.

Tê payîn ku rêjeya beşdarbûna li hibijartina ji 40%$ dernbad neke

Gelek sazî, rêxistin û çalakvan banga boykotkirina hilbijartinê dikin.

Lîderê Olî Elî Xamaneyî, Pasadarên Şoreşê û dezgehên ragihandinê yên desthiladariyê bi giranî banga çûyîna ser sindoqan dikin.

Li gorî pêşdîtinên ku di encama rapirsiyan derketîn de rêjeya çûyîna ser sindoqan ji sedî 40 derbas nake.

Ger ev yek pêk were wê bibe rêjeya herî kêm ya beşdarbûna hilbijartinê ku ji 1979’an ve pêk tê.

Back to top button