Senator Pîerre Laûrent: ”Divê em hevgirtina bi Kurdan re zêde bikin”

Senator Pîerre Laûrent piştî ji serdana Hewlêrê vegeriya li Parîsê li Senatoyê civîneke çapemeniyê li dar xist, û got “Divê piştgiriya bi Kurdan re bê zêdekirin.”

Laûrent banga hevgirtina bi Kurdan re kir û diyar kir ku êrişên dagirker ên ku dewleta Tirk ji 23’ê Nîsanê ve li Başûrê Kurdistanê dike, gelekî xetere ye.

Laûrent bang li medyayê kir ku bêdeng nemînin.

Têkildarî serdana heyeta wan a li Hewlêrê Laûrent diyar kir ku heyeta wan li Hewlêrê bandoreke mezin çêkir, gelek kesan di heyetê de cih digirtin û wan gelek hevdîtin kir lê heyeta wan hate astengkirin.

Laûrent ji Yekîtiya Ewropayê xwest ku PKK’ê ji lîsteya terorê derxe û ji bo çareseriyê divê bi Kurdan re diyalogê bike.

Her wiha Laûrent bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk û got ”ev êrîş ji bo gelên herêmê xetereyên nû avadike”.

Di dawiyê de Laûrent diyar kir ku piştî Îlonê wê dîsa biçin Hewlêrê.

Back to top button