Li Îzmîrê nijadperestan êrîşî avahiya HDP’ê kir û xebatkareke HDP’ê kuşt

Li Tirkiyê êrîşên li ser HDP’ê roj bi roj zêde dibin. Îro li bajarê Îzmirê nijadperestên ku desthilata Erdogan piştgiriya wan dike êrîşî avahiya HDP’ê kirin, agir berdan avahiyê û paşê jî xebatkareke HDP’ê qetilkirin.
HDP’ê diyar kir desthilata AKP-MHP’ê rê li ber van êrîşan vedikE û got, “Wezîrê Karên Hundir jî van êrîşan bi rêve dibe.”

Îro danê sibehê nijadperestan êrîş bir ser avahiya HDP’ê ya li Îzmîrê.

Êrîşkar agir berda avahiya HDP  ‘ê û xebatkareke partiyê ya bi navê Deniz Poyraz qetilkir.

Hat ragihandin ku êrîşkarê bi navê Onûr Gencer hate girtin.

Êrîşkarê 27 salî piştî ku hate girtin li emniyetê di îfadeya xwe ya pêşîn de got:

“Ti têkiliya min bi ti kesan re nîne, ji ber ku ez ji PKK’ê nefret dikim ketim avahiyê û min gule li derdorê reşand”.

Lê dema ku mirov li wêneyê kujer Onûr Gencer dinihêre dibîne ku ne kesekî ji rêzê ye û ev êrîş bi plan hatiye kirin.

Kujer li ser hesabê xwe yê înstagramê yê bi navê ‘onur_gencer1994’ gelek gotinên nijadperest û wêneyên bi çek belav kiriye.

Hinek wêne li bajarên Rojava û Sûriyê hatine girtin ên ku dewleta Tirk ew der dagir kiriye. Wêne nîşan dide ku kujer di warê leşkerî de perwerde bûye.

Di wêneyekî de yê ku li Minbîcê girtiye çeka MPT-76 di destê wî de ye, ev çek ji aliyê hêzên dewleta Tirk tê bikaranîn. Di wêneyekî de jî yê li Helebê girtiye û bi tiliyan nîşana nîjadperestên Tirk kiriye.

HDP’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û ev agahî dan:

“Bi mehan e partiya desthilatdar û Wezareta Karên Hundir partiya me dikin hedef û ji bo provokasyonan hin malbatan bi rêxistin dikin, ber bi avahiyên me yên bajaran ve dişînin.

Di encama vê yekê de îro serê sibehê saet di 10:30’î de li dijî avahiya partiya me ya Îzmîrê êrîşeke çekdarî hate kirin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku êrişkarê gule li derdorê reşand û agir berda avahiyê û demeke dirêj dest lê nehate werdan.

Di êrişê de xebatkara partiyê Denîz Poyraz hate kuştin.

HDP: Yên ku rê li ber vê êrîşê vekir desthilatdarî ye

HDP’ê provaya provokasyonê ya 16’ê Hezîranê di dema Doza Kûmpasê ya Kobanê de li Sîncanê hate kirin bi bîr xist û destnîşan kir ku ev êrîş encama wê provokasyonê ye.

HDP’ê got:

“Armanc û peyama ji êrişê diyar e. Yên ku ev provokasyona gelekî metirsîdar kir û yên ku rê li ber vê bûyerê vekir desthilatdarî ye. Wezareta Karên Hundir e ku provokatoran bi rê ve dibe.”

Back to top button