Hunermend, Rêxistin û aliyên siyasî yên li Silêmaniyê êrîşên dagirkeriya Tirk û hewildanên derxistina şerê navxweyî bi meşek girsayî şermezar kirin.
11 kom û rêxistinên cûda tevî hunermend, siyasetmedar, rewşenbîr û Şandeya Aştî ya Navenetewî li ber Baxê Giştî yê Silêmaniyê, heta kuçeya Seholeke meşiyan.
Di çalakiyê de nerazîbûn li ser helwesta PDK hat nîşan dan û hat gotin :
“Divê berê çekên xwe bidin dijmin, ne bidin birayên xwe û ji bo wê em daxwaz ji pêşmergeyan dikin tevlî vî şerî nebin.”
Di dawiyê de hunermendan bi helbest, şano û stranan helwesta xwe li dijî dagirkeriya Tirk nîşan dan.