HRE: LI EZAZÊ ÇETEYEKÎ TIRKIYÊ HAT KUŞTIN Û 2 JÎ BIRÎNDAR BÛN

Hêzên Rizgariya Efrînê li Ezazê li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker çalakiya sabotajê lidar xistin.

Hêzên Rizgariya Efrînê derbarê çalakiyê de daxuyaniyek da û wiha got:

Şervanên me çalakiyên xwe li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîn û derdora wê dewam dikin.

Di vê çarçoveyê de;

1’ê Nîsanê şervanên me li dijî kombûneke çeteyan ya bi navê El Cebhet El Şamiye li derdora gundê Kefer Xaşir ya herêma Ezazê çalakiyek sabotajê lidar xistin.

Di encama çalakiyê de çeteyek hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Leave a Reply

Back to top button