Li Îzmîrê nijadperestan êrîşî avahiya HDP’ê kir û xebatkareke HDP’ê kuşt – HAT NÛKIRIN

Hikûmeta Faşît a Erdogan berê çeteyên ku li Rojava û Idlibê daye şerkirin vê carê da avahiya HDP’ê ya bajarê Izmirê.

Çeteyê dewleta Tirk endama HDP’ê Denîz PoyraZ şehîdxist û avahiyê da ber agir.

Pervîn Buldan bi daxuyaniyek ragihan ku berpirsyarê vê êrîşê Erdogan e.

Dûh sibê derdorê saet deh û nîv de kesê bi navê Onur Gencer tevî çeka di destêxwe de êrîşê avahiya HDP’ê ya Îzmîrê kir kir.

Êrîşkar endama HDP’ê Denîz Poyraz kuşt û avahî da ber agir.

Piştî bihîstina bûyerê bihezaran kes berê xwe da ber avahiya HDP’ê ya Izmîrê.

Kujer endamê AKP-MHP’ê ye li Rojava û Lîbyayê maye

Polîsên hatine cih bûyerê li dora avahiyê girtin nehiştin kes bikeve avahiyê û êrîşkar weke ku birevînin bê kelepçe birin.

Êrîşkarê 27 salî piştî ku hate girtin li emniyetê di îfadeya xwe ya pêşîn de got:

“Ti têkiliya min bi ti kesan re nîne, ji ber ku ez ji PKK’ê nefret dikim ketim avahiyê û min gule li derdorê reşand”.

Lê heçendî kujer Onûr Gencer bêje têkiliya min bi kesî re nîne,lê piştî demeke derket holê ku Onûr Gencer, zilamekî Dewleta Tirk e û endamê rêxistina “Gorên Boz” a radîkal e.

Li Sûriyê di dagirkeriya Dewleta Tirk ji bajarên Rojava re cih girtiye û li Lîbyayê jî hatiye dîtin.

Berî mehekê ruxseta çekê wergirtiye û pê ev sûc kiriye.

Dayika Deniz: Denîzek diçe dê hezar Denîz bên

Dayika denîz diyar kir ku ew li hember dagirkeran serî natewîne.

Îro gelê Kurd tê perçiqandin û her dem jî tê perçiqandin. 00.42-00.49

Lê wê her dem li ser lingan be, Denîzek çû, wê hezar Denîz werin.

Pervîn Buldan: Berpirsyarê vê êrîşê Erdogan e

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, piştî êrişa çekdarî çû Îzmîrê û li ber avahiya partiyê daxuyanî da.

Pervîn Buldan êrîş şermezar kir kû diyar kir ku ew kujeran baş nasdikin.

Buldan axaftinên Erdogan û ku biriya niha gotibû ev hîn rojên weyên xweş e bi bîrxist û got:

Ey Erdogan Qesda we ya ji ‘ev rojên we yên baş in’ ev bû.

Hûn bi kuştinê nikarin çong daneynin.

Buldan teqez kir ku berpirsyar desthilata Erdogan e, dê hesabê vê yekê bipirsin.

Nûnerên rêxistina HDP’ê ya wanê jî bertek nîşanî êrişa ser avahiya HDP’a Îzmîrê dan û diyar kirin ku berpirsyarê êriş û qetilkirina Poyraz tifaqa AKP’ê û MHP’ê ye.

Wê cenazeyê Denîz Poyraz di saet 5’an de were veşartin

Dûh êvarê malbatê cenazeyê keça xwe ji Saziya Tiba Edlî girtin.

Hate ragihandin ku Cenazeyê Denîz Poyraz, piştî merasîma li Mizgefta Kadîfekaleyê ku wê saet 17:00 bê kirin, wê li Goristana Buca Kaynaklarê bê veşartin.

Back to top button