Welatiyên Pêncwên: Em şerê birakujiyê qebûl nakin

Welatiyên Silêmaniyê ,Mamostayê Zanîngehê û Pisporê Ragihandinê Dr.Êriş Resul diyar kirin ku bila gel li beramberî hewildanên derxistina şerê navxwe hişyarbin, da ku kes nebe qurbanê vî şerî.

Aliyan bi yek dengî dagirkeriya dewleta Tirk şermezarkir û daxwaz ji çi kesên peywendîdar kirin ku li dijî dagirkeriya Tirk xwedî helwestên cidî bin.

Welatiyên navçeya Pêncwên ya Silêmaniyê têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk û hewildanên derxistina şerê Kurd bi Kurd, ji Ajansa Rojnews’ê re axivîn.

Şîneyî Karwan Etye diyar kir ku dewleta Tirk bi sala ne qirkirina gelê Kurd kiriye ermanc, niha jî hewil dide şerek din yê navxweyî di nava Kurdan de derbixe.

Karwan Etye got:

“Ez daxwaz ji gelê Başûrê Kurdistanê dikin ku êdî bi van pilanên dewleta Tirk neyên xapandin.

Dewleta Tirk ji bo derxistina şerekî navxweyî Hemû aliyên Kurdî bikartîne.”

Bi heman ermancî şînî Seywan Reuf jî da zanîn ji ber ku di encama van êrîşan de zerern pir mezin gihaye gelê kurd ji ber vê yekê divê gelê Kurd bi yekrêziya xwe li dijî dagirkeriyê rabin.

“Hinek saziyên çepemeniyê dagirkeriyê rewa dikin”

Her wiha Mamostayê Zanîngehê û Pisporê Ragihandinê Dr.Êriş Resul jî ev yek anî ziman:

“Hin ragihandinên başûr li şûna ku erkê xwe yê nîşandana rastiyan bicih bîne, rastiyan berovajî dike.

Niha li Başûrê Kurdistanê hinek saziyên ragihandinê li ser daxwaza dewleta Tirk tevdigerin û sûcên wê yên li dijî mirovahiyê dinixumîne”

Dr.Êriş destnîşan kir weşana ne rast a hinek saziyan û hewildanên wan ên ji bo gurkirina şerê Kurd bi Kurd di warê derûnî û saykolojî de bandorek neyînî li ser civakê dike.

Di dawiyê de Welatiyên Silêmaniyê ,Mamostayê Zanîngehê û Pisporê Ragihandinê Dr.Êriş Resul dagirkeriya dewleta Tirk şermezarkirin û daxwaz ji her kesên peywendîdar kirin ku li himber van kiriyaran xwedî helwestên cidî bin.

Back to top button