TEV-DEM: Êrîş sûcekî pilankirî li dijî HDP’ê ye

Bertek ne tenê ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê derketin, TEV -DEM û PYD’ê jî armancgirtina avahiya HDP’ê û şehîdxistina endama HDP’ê Denîz Poyraz ji aliyê dewleta Tikr ve şermezar kir û weke sûcekî plankirî bi nav kir.

Li dijî êrîşa duh a li ser avahiya HDP’ê ya li Îzmîrê, yekser nerazîbûn û bertek derketin.

Tevgerra Civaka Demokratîk TEV-DEM, bi daxwiyaniyeke nivîskî ev êrîş şermezar kir û tekez kir “Armanca desthilatên Tirkiye û Wezareta Karên Hundir ji vê êrîşê tirsandina gel e.”

TEV-DEM’ê eşkere kir “Armanca faşîzmê ji şehîdxistina Denîz Poyraz di roja salvegera 23`yemîn a şehadeta Sema Yûce de ew e; kesayeta jin û çewisandina rola jinan ya pêşeng di nava civakê de; armanc bikin.”

TEV-DEM dawiyê, bi tundî êrîşa ser HDP’ê, şermezar kir û bang li rêxistinên hiqûqî, mirovî û civaka sivîl kir ku li hember komên ser bi AKP’ê ve bibin yek.

PYD: Êrîş nîşana kîna kûr a li dijî saziyên demokrat e

Meclisa Giştî ya PYD’ê jî bi daxuyaniyekê ev êrîş şermezar kir û anî ziman “Ev êrîş li pêş çavên aliyên ewlehî yên ku tu bersiv ji wan derneket, pêk hat, ev dide nîşandan ku dewleta Tirk û alavên wê yên ewlehî û faşîstên AKP’ê li pey van êrîşan in.”

PYD’ê êrîş weke kîna kûr a faşîsta Tirk li dijî saziyên demokrat, bi taybet li dijî HDP’ê bi nav kir û sersaxî ji malbata Denîz Poyraz re xwest.

PYD’ê di dawiyê de bang li civaka navnetewî kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da sûcên xwe yên li dijî Kurdan rawestîne.

Back to top button