Konferansa 1. a Weqfa Jina Azad a Sûriyê li Qamişlo dest pê kir

Konferansa Yekemîn a Weqfa Jina Azad a Sûriyê li Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo dest pê kir.

Konferans bi bi tevlîbûna 200 delegeyan û bi dirûşmeya ” Cîhaneke azad û jiyaneke azad yên bi dest bikevin hene” dest pê kir.

Berdevka Kongra Star a Rojava Remziye Mihemed destpêka konferansê axivî û anî ziman “Jina azad bingeha civaka azad e û dikare bi keda xwe jiyanê bi rêve bibe.”

Paşê sînevîzyonek der barê xebatên weqfê yên 7 salan de hat pêşandan.

Di Konferansê de wê rewşa rêxistinî ya weqfê were nîqaşkirin, rêziknameya wê were erêkirin û bernameya xebatên weqfê yên salên bê were diyar kirin û dawiyê 5 endamên rêveber werin hilbijartin.

Back to top button