HRE: Li Efrîn, Cerbalûs, Bab û Ezazê 11 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin

Li herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê de hatine dagirkirin çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê dewam dikin.
Hêzên Rizgariya Efrînê encamên çalakiyên xwe yên di navbera 6 û 15`ê Hezîranê de yên li Efrîn, Cerablûsê, Bab û Ezazê ku pêkanîne, eşkere kir.
HRE’yê ragihand di encama rêzeçalakiyan de, 11 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin û 15 çete jî birîndar bûn.

Çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê yên li dijî sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê bê navber dewam dikin.

Hêzên Rizgariya Efrînê der barê çalakiyên xwe yên di navbera rojên 6 heyanî 15`ê Hezîranê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Hêzên Rizgariya Efrînê di daxuyaniyanê de ev agahî parve kirin;

“6`ê Hezîranê de, li Efrînê li ser rêya Cindirêsê di encama çalakiyekê de çeteyek hat kuştin.

7`ê Hezîranê, li bajarokê Rayî yê navçeya Babê, çalakiyek taybet hat lidarxistin, di encamê de 3 çete hatin kuştin, 9 çete jî brîndar bûn.

8`ê Hezîranê, li Efrînê, li taxa Mahmudiyê, di encama çalakiyeke sabotajê de 2 çete birîndar bûn, erebeya wan hat derbkirin.

11`ê Hezîranê, li gundê Til Cilbirînê yê navçeya Ezazê di encama hedefgirtin nuqteyeke artêşa Tirk a dagirker de 3 çete hatin kuştin, çeteyek jî brîndar bû.

12`ê Hezîranê, li Cerablûsê di encama çalakiyekê de serçeteyek bi navê Feysel Xelîl hat kuştin, çeteyek jî brîndar bû.

15`ê Hezîranê, li gundê Kefercenê yê navçeya Şera di encama çalakiya sabotajê de 3 çete hatin kuştin û erebeyek hat rûxandin.

HRE’yê destnîşan kir di encama çalakiyan de bi giştî 11 çete hatin kuştin, 13 çete jî brîndar bûn.

Back to top button