ÇALAKIYA LEYLA GUVEN DI ROJA 147’AN DE DIDOME

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan çalakiyên greva birçîbûnê bi israr dewam dikin.
Çalakiya Leyla Guven ku pêşenga çalakgerên greva birçîbûnê ye, di roja 147’an de bi biryar dewam dike.

Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven a ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê 147 roj in didome.

Çalakiya girtiyan jî bi biryar dewam dike.

Çalakiya koma yekem a girtiyên girtîgehên Tirkiye 109’an de ye.

Ji 1’ê Adarê ve jî zêdetirî 7 hezar girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê dest bi grevê kirin.

LI DIJÎ ÇALAKGERÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ ZEXT ZÊDE BÛNE

Komîsyona Girtîgehan ên Şaxên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) yên Enqereyê têkildarî meha Adarê rapora girtîgehan amade kir.

Komîsyonan got:

“Piştî grevên birçîbûnê dest pê kirin, li hemû girtîgehan li dijî çalakgerên gereva birçîbûnê zext û kirinên xerab zêde bû.

Divê daxwaza girtiyan demildest were cih.”

Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan jî çalakiya xwe dewam dikin.

Çalakiya Sedat Akin 89, Gurbet Ektîren 79, Semra Alkan 87 û Îhsan Sinmiş 36 roj in di greve de çalakiya xwe li malê berdewam dikin.

Çalakiya Parlementerên HDP’ê Dersîm Dag 32 û Tayip Temel û Murat Sarisaç 27 rojin didome.

Leave a Reply

Back to top button