Çalakiyên greva birçîbûnê yên li zîndanên dewleta Tirk 204 roj in dewam dikin

Çalakiyên grevên birçîbûnê ya girtiyên li girtîgehên dewleta Tirk ên li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Rêber Apo 204 in dewam dike.
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku dîl girtî ye banga xwedîderketina li berxwedana zîndnana kir.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî diyar kir ku sedema bûyerên ku li Tirkiyê diqewimin tecrîda li ser Rêber Apo ye û got, “divê Kurd û gelên Tirkiyê li dijî tecrîdê bi hev re têbikoşin.”

Çalakiyên Greva birçîbûnê yên girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê,ên bi armanca azadiya Rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên mafan yên li girtîgehên Tirkiyê, dewam dikin.

Çalakiya girtiyan bi biryardarî di roja 204’an de ji aliyê koma 41’emîn ve dewam dike.

Li gel vê, çalakiya li Wargeha Mexmûr jî di roja 183’an de didome.

Her wiha çalakiya piştgiriyê ya li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî 166 roj li pey xwe hişt.

Leyla Guven: Em ê dengê xwe bilind bikin û tecrîdê bişkînin

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk-KCD’ê Leyla Guven jî ku li girtîgeha bajarê Xarpêtê dîlgirtî ye, bi nameyekê ji bo berxwedana li zindanan banga xwedîderketinê kir.

Leyla Guven destnîşan kir ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê pirsgirêka Kurd girantir dike û wiah got:

“Her ku ew di neçareseriyê de israr dikin, em mezintir dibin, êşa xwe dikin hêz û dibin gelê herî rêxistinbûyî û têgihiştî.”

Leyla da zanîn ku bi deh hezaran girtiyên siyasî yên li girtîgehan gotin ‘Dem dema azadiyê ye’ û wiha bi dawî kir:

“Eger em li hundir û hûn li derve dengê xwe bilind bikin, wê tecrîd bê şikandin û azadî bê misogerkirin”.

Salîha Aydenîz: Sedema bûyerên li Tirkiyê diqewimin tecrîda li ser Ocalan e

Hevserokê Kongrya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, li Dersimê li avahiya HDP’ê ya Dersimê daxuyaniyek dan.

Di dema civînê de pankarta bi nivîsa “Em berxwedana li dijî faşîzmê mezin bikin” hate hildan û Ozturk û Aydenîz axivîn.

Salîha Aydenîz di axaftina xwe de diyar kir ku sedema bûyerên ku di nava 6 salên dawî de li Tirkiyeyê diqewimin tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan e.

Aydenîz da xuyakirin ku tecrîd bi sîstema êşkenceyê ya li Îmraliyê dest pê kir û li nava tevahiya civakê belav bû.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê destnîşan kir ku Ocalan di çareseriya pirsgirêka Kurd de aktorê sereke ye û divê Kurd û gelên Tirkiyeyê li dijî tecrîdê bi hev re têbikoşin.

Back to top button