Îsraîlê êrişî komên Filistîn ên li Xezayê kir

Îsraîlê bi îdiaya ku ji Xezayê êrişî baregehên wan yên li nêzî herêmê hatine kirin, bi balefirên şer êrişî herêmê kir.

Ajansa ANHA diyar kir ku ji 21’ê Gulanê roja ragihandina agirbestê û heta niha ev êrîşa herî dijwar ya li dijî komên Filistînî ye.

Balefiran deverên çandiniyê yên li herêmên cuda yên Xezayê kir armanc.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe ya li ser mijarê dayî de got:

“Balafirên şer ên Hêzên Hewayî nuqteyeke avêtina rokêt û alavên leşkerî yên rêxistina Hamasê li Xezayê, bombebaran kir.”

Çavkaniyên Îsraîlê ragihand ku serokerkanê Îsraîlê Aviv Kohavi di demek berê de rewşa amadebûna arteşa Îsraîlê ya ji bo senaryoyên cuda nirxandibû.

Ev yek jî wekî ji nûve destpêkirina şer li hemberî operasyonên domdar ên li Xezayê diyar kiribû.

Back to top button