NY: Li seranserê cihanê 82 milyon û 400 hezar kes ji cih û warê xwe koçber bûne

Komseriya bilind a Koçberan ya NY ragihand ku li seranserê cihanê ji ber tundî û binpêkirina mafê mirovan 82 milyon kes ji cih û warê xwe koçber bûne.

Bi vê yekê re ev rêjeya herî bilind ya hatî tomarkirine. Ev jimar li gorî 2011’an ji sedî 50 zêde bûye.

Komîseriya Bilind a Penaberan a NY (UNHCR) ya li Cenevreyê ji ber pêla koçberiya li seranserê cihanê derketî rapora ku amade kirî weşand.

Li gorî raporê, digel ku qedexeyên rêwîtiyê yên ji ber vîrûsa Corona di sala 2020 de hatine danîn jî, li gorî sala 2019’an nêzî sê mîlyon kes neçar man ji malên xwe koçber bibin.

Ev hejmar jî dike ji sedî 4.

Heya dawiya sala borî, 20 milyon û 7 hezar penaber li herêmên di bin kontrola wezîfeya Neteweyên Yekbûyî de hebûn.

5 milyon 700 hezar Filistînî û 3 mîlyon 900 hezar Venezûelayî ji ber krîzê ji welatê xw koçber bûne.

Bivê yekê re, 48 milyon kes ji welatên xwe koçber bûn.

Jimara kesên serlêdana ji bo penaberiyê kirine jî gihiştiye 4 milyon 100 hezar.

Li gorî raporê, jimara kesên ji ber şîdetê koçber bûne li gorî 2011 du qat zêde bûye.

Zarokên temenê wan kêmî 18 salî, ji sedî 42 koçber dibin.

Li gorî NY, di navbera 2018 û 2020’an de nêzîkê milyonek zarok penaber bûne.

Suryanî, Venezuelayî, Efxanî, Sûdana Başûr û Myanmare, welatên herî zêde yên koçberî lê pêk tê ye.

Ji 10 penaberan, 9 ji van welatên navbûrî ne.

Ji ber gelek welatan bi hinceta vîrûsê derîyê xwe girtine, penaber di dîtina welatekê ji bo xwe de zehmetiyan dibînin.

Di nava 2020’an te tenê 34 hezar û 400 kesî karî li 21 welatî ji xwe re cih bibîne.

Milyonek û 400 hezar kes li bendê ne ku li welatekî bi cî bibin.

Komîserê Bilind ê Penaberan yê NY Filippo Grandi di derbarê raporê de daxuyaniyek da û wiha got:

“Li pişt her penaberekî, çîrokeke koçberekî û êşên bi zorê heye.

Ev kes bala û piştgiriya me heq dikin.

Ne tenê alîkariya mirovî, lê dîtina çareseriyek ji bêhêvîbûna wan re. “

Back to top button