Kongreya HRRK’ê li Qamişloyê li dar ket

Hevgirtina Rewşenbîran a Rojavayê Kurdistanê (HRRK) Kongreya xwe ya 7`emîn li dar xist û bang li rewşenbîran hat kirin ku bi rola xwe ya li hemberî gef û êrîşên dewleta Tirk rabin.

Bi dirûşma “Kanî zuha dibin, şaxên zeytûnê ji ber bendwariyê zuha dibin, em ê vegerin” îro 7`emîn Kongreya Yekîtiya Rewşenbîran a Rojavayê Kurdistanê (HRRK) dest pê kir.

Kongre li Hola Zana ya Qamişlo bi beşdarbûna nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedarên herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar ket.

Kongre bi pêşkêşkirina berhemên hunerî dest pê kir.

Serokê Yekîtiya Rewşenbîran a Rojavayê Kurdistanê Welîd Bekir axivî û got:

“Ev cara sêyemîn e ku kongreya me li Rojavayê Kurdistanê li dar dikeve. Ev cihê serfirazî û serbilindiyê ye. Bi rêya yekîtiyê em hewl didin zimanê kurdî bi pêş bixin.”

Bekir bang li beşdaran kir ku rola xwe ji bingeha erka exlaqî û dîrokî bilîzin û li hemberî gefên domdar ên dewleta Tirk ên bi armanca çewisandina çanda herêmê rabin.

Back to top button