Raportorê Dadgeha Destûra Bingehîn xwest îdîanameya derbarê girtina HDP’ê de bê qebûlkirin

Rojek piştî êrişa çekdarî ya li ser Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê, raportorê Dadgeha Destûra Bingehîn xwest, îdîanameya ji bo girtina HDP’ê ku hatiye amadekirin bê qebûlkirin.

Raportorê Dadgeha Destûra Bingehîn rapora xwe ya lêkolînkirina destpêkê ya li ser îdîanameya ji bo girtina HDP’ê hate amadekirin, temam kir û xwest idîaname bê qebûlkirin.

Heman raportorî xwest, daxwaza ji bo wergirtina tedbîran li dijî hebûna HDP’ê, di vê astê de bê redkirin.

Tê payin ku lêkolîna destpêkê ya li ser îdîanameyê 21’ê Hezîranê bê kirin.

Eger îdîaname bê qebûlkirin, wê ji bo parastina destpêkê, pêşkêşî HDP’ê bê kirin.

Piştî parastina rayedarên HDP’ê, wê raportorê Dadgeha Destûra Bingehîn rapora xwe ya li ser esasê amade bike.

Endamên Dadgeha Destûra Bingehîn jî wê di demeke diyarkirî de li hev bicivin û daxwaza girtinê ji esasî ve binirxîne.

Back to top button