Li Efrînê sivîlek û kurê wî hatin revandin

Li Efrîna dagirkirî, Sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê her diçe zêde dibin.
Dagirkeran li Efrînê kesekî sivîl û kurê wî revandin, li Şiyê jî 20 donim erd ê welatiyekî destser kirin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan jî ragihand ku artêşa Tirk ji destpêka vê salê û heya niha 25 kesên sivîl ku di nav de 10 zarok hene, kuştine.

Li Efrîna dagirkirî sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê bê navber li dijî sivîlan dewam dikin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku li navenda Efrînê çeteyan sivîlekî ji gundê Xelîl yê navçeya Şiyê û kurê wî revandin.

Li gorî çavdêriyê, çeteyan bi ser nivîsgeha pevguherîna pereyên ê wê sivîlî girt û hemû pere û amûrên di nivîsgehê de desteser kirin.

Çavdêriyê diyar kiribû ku çeteyên dewleta Tirk di Gulana borî de li Efrînê 39 sivîl revandibûn û çaranûsa 28 sivîl nediyar in.

Çeteyan li Şiyê 20 donim erd desteserkirin

Çavdêriyê destnîşan kir ku bi armanca avakirina malan ji malbatên çeteyan re erdekî şêniyekî ji navçeya Şiyê hat desteserkirin.

15 Hizêranê, çeteyên bi navê” Silêman Şah” yê girîdayî dewleta Tirk derdorî 20 donim erd yê şêniyekî desteser kirin.

Çavdêriyê xuyakirbû ku bi avakirina wargehên niştecihê li derdorî 30 deverî yên Efrînê, dewleta Tirk guhartina demografî pêk tîne.

Çavdêriya Sûrî: Ji destpêka vê salê artêşa Tirk 25 sivîl kuştin

Li aliyekî din Çavdêriya Sûrî di bîlancoyeke xwe de sûcên artêşa dewleta Tirk li ser axa Sûriyê pêk anîne eşker kir.

Li gorî Çavdêriya Sûrî, di encama topbarana artêşa Tirk herêmên Sûrî û hedefgirtina sivîlan de 25 sivîl di nav de 10 zarok û 3 jin hatin kuştin.

Back to top button