LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ ÇALAKIYÊN GREVÊ DEWAM DIKIN

Li başurê Kurdistanê berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan bi israr dewam dike.

Çalakiya Nasir Yagiz a li Hewlêrê 134 rojin tevî rewşa wî ya giran dewam dike.

Hem wextî wê greva bê dem û bi dorveger jî ji aliyê koma 66’an tê domandin.

ÇALAKIYA FEDÎLE TOK DI ROJA 74’AN DE YE

Berxwedana Endama Meclîsa Îştar Fadîle Tok jî ku di 20’ê Çile de hatibû destpêkirin, di roja 74’an de ye.

Berxwedana endizyar Herêm Mehmûd ku li navçeya Kelar a Germiyan daye destpêkirin di roja xwe ya 39’an de ye.

Mehmûd diyar kir ku laşê wî lewaz bûye, lê moralê wî bilind e.

Herêm Mehmûd teqez kir ku heta şikandina tecrîdê wê çalakiya xwe bidomîne.

Di heman demê de çalakiya Şeyma Ednan 32 û ya Gulebax Celal jî di roja 18’an de ye.

Leave a Reply

Back to top button