Beriya hilbijartina xwecihî bi hezaran polîs û esker veguhezandin navenda Şirnex u navçeyên wê Qileban û Elkê.
Li gorî encamên nefermî li van navendan AKP bi ser ket.
Hema bêje ji ber veguhezandina esker û polîsan hemû sindoqên li van navendan hatin dayîn ji AKP’ê re dengên rekor derketin.
Her wiha Endamên Partiya Çepgir a Fransayê ku hilbijartin şopandin, diyar kirin ku tevî hemû zext û zoriyên polîsan jî , gel çûye ser sindoqan û gotin:
“dema em biçin welatê xwe em ê, behsa rejîma antî-demokratîk a Erdogan bikin.”