NPG: Di navbera me û PDK’ê de ti pirsgirêk nîne ku neyê çarserkirin

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel-NPG’ê bi peyamekê pêngava Însiyatîfa Parastina Kurdistanê ya ku hevdîtina ji bo rêgirtina li ber şerekî kurdî-kurdî dike, pîroz kir û diyar kir ku ew amade ne digel PDK’ê diyalogan bikin.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel (NPG), Însiyatîfa Parastina Kurdistanê ya ku li dijî dagirkeriya Tirkî hat avakirin û li Başûrê Kurdistanê hevdîtinan dike, bi peyamekê silav kir.

NPG’ê di peyama xwe da xuyakirin ku Însiyatîfa Parastina Kurdistanê xwedî wateyeke mezin û mirovî ye û got:

“Em bi navê Gerêlayên Azadiyê we pîroz dikin û bi coşa şoreşgerî we silav dikin. Hewldana Însiyatîfê, gava herî bedew e ku nîşan dide hêj mirovahî nemiriye û helwesteke girîng bo piştevaniya têkoşîna gerîlayê azadiyê ye.

Xebata wê bêalî û armanca wê tenê di xizmeta nirxiên azadî, demokrasî û aştî û gelê Kurdistanê de ye.”

NPG’ê anî ziman ku Tirkiyeya dagirker ya ku li dijî gerîlayan şerekî dijwar dimeşîne, eger bigihêje armancên xwe, dê ji bo Rojhilata Navîn û gelên Ewropayê veguhere gefeke mezin, lewma têkoşîna ku şervanên azadiyê wê dimeşînin, ji bo pêşeroja demokratîk a gelên herêmê gelekî girîng e.

NPG’ê destnîşan kir ku di navbera wan û PDK’ê de ji bo çareseriya pirsgiriêkê ti astengî nîne û got:

“Em niha li dijî artêş-rêxistiniyeke çete, xedar û faşîst û xwedan teknolojiyeke mezin, berxwedaneke dîrokî û jiyanî dimeşînin. Ji ber vê yekê, neaqilane ye ku em li pişt eniyê li dijî hêzeke din şer ragihînin. Mixabin, liv û tevgera heyî, bicihbûna hêzên PDK’ê; pêkan e di her kêliyê de bibin sedema şerekî navxweyî. Lewre divê hemû pirsgirêk bi rêya diyalogê werin çareserkirin. Di navbera me û PDK’ê de ti pirsgirêk nîne ku neyê çareserkirin.”

NPG’ê di dawiya peyama xwe de da zanîn ku helwesta ‘Kampanya Kurdistanê Biparêze”, xwedîderketineke bêhempa, hêja û cihê şanaziyê ye.

Back to top button