HPG: Li herêma Heftenînê 4 dagirker hatin kuştin

Gerîlayên Kurdistanê di çarçoveya pêngavên şoreşgerî de rojane bersiva êrîşên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê didin û derbên giran li artêşa Tirk didin.
HPG’ê ragihand li herêma Heftanînê di encama çalakiyên gerîla de 4 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin û çeperek dagirkeran hat rûxandin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi çalakiyên bi bandor bersiva êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser başûrê Kurdistanê didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşên dagirkeriyê û çalakiyên gerîla de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Heftenînê li dagirkeran hate xistin û ev agahî parve kir,

“Hêzên me yên YJA Starê 17’ê Hezîranê li devera Girê Dûpişk a herêma Heftanînê li dijî dagirkeran çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de derbek xurt li çeperên dagirkeran hate xistin. Di vê çalakiyê de 4 dagirker hatin kuştin, çeperek hate rûxandin.”

HPG’ê da zanîn ev çalakî ji bo bîranîna salvegera şehadeta Fermandara Fedayî Zîlan (Zeyneb Kinaci) hatiye kirin.

HPG’ê destnîşan kir 18’ê Hezîranê tevgera dronan li ser çeperên şer ên devera Werxelê ya herêma Avaşîn pêk hatin û ev dron ji aliyê hêzên gerîla de hatin xistin.

Hat gotin Drona ku hate xistin li qada di bin kontrola hêzên gerîla de ne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir êrîş û tevgera hewayî ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî dewam dike.

HPG’ê destnîşan kir, Bajarokê Şêladizê ya navçeya Amêdiyê û deverên Kuro Jehro û Çemço yên herêma ZAPÊ bi balafir, obus û hewanan hate bombekirin.

Hat diyar kirin şewata ku ji ber bombebaranê derketî hê jî dewam dike.

Back to top button