Li Bakur û Rojhilatê Sûrî 2 kesên din bi Coronayê mirin

Desteya Tenduristiyê a Bakur û Rojhilatê Sûrî ragihandin ku li herêmê 2 kesên din bi Coronayê jiyana xwe ji dest dan.

Hevserokê Desteyê Dr. Ciwan Mistefa da zanîn ku 24 mêr û 30 jin bi giştî 54 kes jî bi Coronayê ketine.

Mistefa diyar kir ku 2 kesên ku jiyana xwe ji dest dane jî mêrek ji Qamişloyê û jinek ji Hesekê ye.

Dr. Ciwan Mistefa da zanîn ku 3 kesên din jî ji vîrûsa Coronayê baş bûne.

Heta niha hejmara pêketiyên Coronayê gihaşt 18 hezar û 366 kesan; ji wan 761 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 854 kes baş bûne.

Back to top button