Li bakurê Efxanistnaê 2 navçeyên din ji ketin kontrola Talîbanê

Li parêzgehên Faryab û Cuzdan yên bakurê Efxanistanê du navçeyên din ketin bin kontrola Talîbanê. Talîban jî israra dewleta Tirk ya mayîna li Efxanistnaê red dike.

Berdevkê Talîbanê mayîna dewleta Tirk ya li Efganistanê bi dagirkerî binav kir û bang li Tirkiyê kir da ku leşkerên xwe vekişîne.

Li bakurê Efxanistanê, di navbera hikumeta Efxanistan û çekdarên Talîbanê de, şerên dijwar rûdidin.

Di daxuyaniyeke ku ji aliyê berpirsên hikumeta Efxanistanê ve hatî dayîn de, hate gotin,

Çekdarên Talîbanê êrişî navçeya Hoca Sebzpoş ya Farbay kirine.

Di encamê de navenda navçeyê kete destê Talîbanê û gelek hêzên ewlekariyê yên li herêmê xwe radestî Talîbanê kiriye.

Her wiha çekdarên Talîbanê navçeya Murdiyan a Cuzcan jî xistine bin kontrola xwe.

Di encama şerê li herêmê de, 16 hêzên ewlekariya Efxanistanê hatin kuştin û 14 jî ji aliyê Talîbanê ve hatin girtin.

Tevgera Talîbanê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku navçeyên Hoca Sebzapoş û Murdiyan ketiye bin kontrola hêzên wan.

Di nava 2 mehên dawiyê de jimara navçeyên ku ketine bin kontrola Talîbanê gihişt 20’an.

Li gorî daneyên NY, ji sedî 50-70 xaka Efxanistanê di bin kontrola Talîbanê de ye.

Talîbanê heta niha ji 407 navçeyan 90 xistine bin kontrola xwe.

Talîban: Hebûna Tirkiyê li Efxanistanê dagirkeriye

Li aliyê din Talîbanê careke din li ser daxwaza Tirkiyê ya mayîna li Efxanistanê bertek nîşanda.

Li ser mijarê berdevkê Tevgera Talîban Zebîhula Mucahîd ji dengê Amerîka re axivî.

Zebîhula Mucahîd ragihand ku ew dijî mayîna hêzên Tirk li Efxanistanêne û got;

“Parastina balafirxaneyê di stûyê hêzên Efganistan deye, ew rê nadin ti hêzek din li Efxanistanê bimînin.

Xelkê Efxanistan weke dagirker li hêzên Tirk temaşe dikin, divê hemû hêz ji Efganistanê vekişin.”

Mucahîd diyar kir ku dewleta Tirk bi hebûna hêzên xwe yên li Efxanistanê, binpêkirinê dike û ev tişt anî ziman:

“Me ji wan re got ev li gel me nayê pejirandin, tenê Efxanistanî dikarin biryar li ser kar û barê xwe bidin.

Ne Amerîka jî nejî Tirkiye nikare.”

Back to top button