Koşka Spî idîayên rawestandina alîkariyên leşkerî bo Ukranya red dike

DYA îdiayên rawestandina alîakriya leşkerî ya ji bo Ukrayna beriya civîna Biden û Putîn, red kir.

Berdevka Koşka Spî Jen Psakiy têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got:

“Hizira rawestandina alîkariyên ewlehî ji bo Ukrayna hizireke durî aqilaneye.”

Jen Psaky diyar kir beriya lidarxistina lutekya Amerîkî-Rûsî, wan zêdetirî 150 milyon dolar ji alîkariyên ewlehî tevî çekan, şandin Ukrayna.

Psaky teqez kir ku hemû alîkariyên ku Kongres li ser erê kirine redestî Ukrayna hatine kirin.

Her wiha destnîşan kir ku Biden beriya lutkeyê bi du rojan di civîan NATO’yê de peyam da ku alîkarî ji bo Ukrayna dê dewam bikin.

Berdevka Koşka Spî Jen Psaky îşaret pê kir ku ger derstwerdana Moskowa ya li hemberî Kîev pêk were ew amade ne piştgiriya diravî bidinUkrayna.

“Her weke Biden zindî ji Putin re got, em ê piştgiriya xwe ji serweriya axa Ukrayna û aramiya wê re dewam bikin.”

Hêjayî gotinê ye, piştî ku di meha Adarê de Moskowa hêzên xwe li ber sînorê Kîevê zêde kir, Waşîngtonê bi eşkere piştevaniya xwe ya ji bo Ukrayana anîbû ziman.

Back to top button