Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê mala şêniyekî ji navçeya Cindirêsê desteser kir û gelek sivîl revandin.
Li gorî nûçeya ANHA’yê çeteyên dewleta Tirk mala welatiyê bi navê Îbrahîm Îsa desteser kir û tevahî tiştên di malê de dizîn.
Li gorî heman nûçeyê, mala Îbrahîm Îsa li ser Kolana 16’an a li navenda navçeya Cindirêsê ye.
Her wiha ajansê da zanîn ku di çend rojên borî de çeteyan bi dehan sivîl ji gundên Hêkçê, Merwaniyê û gelek gundên li navçeya Şiyê revandin.
Her wiha navên kesên hatine revandin, nehatin zanîn.