”Girtina nûneran hedefgirtina projeya netewa demokratîk e”

Siyasetmedar û rêveberên Dêra Zorê nerazîbûn nîşanî revandina nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD’ê ji aliyê PDK’ê ve dan gotin, “Armanca vê yekê hedefgirtina projeya neteweya demokratîk ku nûnertiya îradeya gelan bi hemû pêkhateyên wê dike.”

Ji 10’ê Hezîranê ve nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD’ê yên li başûrê Kurdistanê ji aliyê PDK’ê ve hatine revandin.

Tevî gelek bertek û bangên serbestberdana wan jî çarenûsa nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD’ê yên li başûrê Kurdistanê ku ji aliyê PDK’ê ve hatine revandin ne diyar e.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Ebdurezaq El-Rehîm li ser mijarê ji ANHA’yê re axivî.

Ebdurezaq anî ziman ku girtina nûneran bê tewan girtinek bê ser û bere..

Ebdurezaq destnîşan kir ku lihevkirinên veşartî di navbera PDK’ê û Tirkiyê de û di serî de Erdogan hene.

Ebdurezaq da zanîn ku PDK’ê bi girtina nûnerên Rêveberiyê û yên PDK’ê sûcek din li sûcên xwe zêde kir.

Ebdurezaq El-Rehîm bang li NY, rêxistinên mafên mirovan kir ku destwerdanê bikin û nûnerên Rêveberiya Xweser di zûtirîn demê de serbest berdin.

Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê li Dêrazorê Mihemed Receb Şeban jî derbarê heman mijarê de nêrîna xwe anî ziman û got,

“Armanca vê yekê hedefgirtina projeya neteweya demokratîk ku nûnertiya îradeya gelan bi hemû pêkhateyên wê dike.”

Şeban pişterast kir ku ne tenê dixwaze projeya Rêveberiya Xweser têk bibe lê belê naxwaze ev tecrubeya demokratîk jî têk bibe.

Mihemed pişterast kir ku neteweya demokratîk projeyeke ku dixwaze bigihêje civakeke ku hemû pêkhate bi hemû neteweyên xwe bi hev re bijîn.

Di dawiyê de Şeban bang li PDK’ê kir ku kirinên xwe rawestîne.

Back to top button