Artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê 3 sivîl ji gundên navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî revandin
Artêşa dagirker û çeteyên wê yên bi nave “Polîsên leşkerî” 18’ê vê mehê, 3 şêniyên ji gundên navçeya Cindirêsê revandin.
Çavkaniyan diyar kir ji gundê Axcelê, Hemdan Hisên 56 û kurê wî Mistefa Hemdan 30 piştî işkenceyê revandin.
Li aliyekî din jî çeteyan ciwanê bi navê Sibhî Soranî yê ji gundê Çeqla Cûmê 17’ê vê mehê revand.