Tirkiyê wesayîteke sivîlan li gundê Gelalê yê Silêmaniyê bombebaran kir

Li Başûrê Kurdistanê Înîsîyatîfa Navneteweyî ya bi navê ” Kurdistanê Biparêze” serdana malbateke ku bibû armanca bombebarana dewleta Tirk kir.

Balafirên Tirkiyê hemwextê serdana însiyatifê li gûndê Gelale yên başûrê Kurdistanê seyareyek sivîlan kir armanc.

Înîsiyatîfa Navnetewî ya Kurdistanê li dijî êrîşên Tirkiyê bang li hêzên navdewletî kir ku bêdeng nemînin.

Dagirkeriya artêşa Tirkiyê ku di 23’ê nîsanê de li herêmên Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin didome.

Ji bo êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û pêşiya şerekî navxweyî yên kurda were girtin, beriya çend rojan Înîsiyatîfa Navnetewî ya Kurdistanê Biparêze hate avakirin.

Înîsiyatîfa Navnetewî ya Kurdistanê Biparêze ev demeke li başûrê kurdistanê hevdîtinên xwe dodomînin.

Înîsiyatîfa Kurdistanê biparêze duh li Kunemasî serdana malbateke ku bibû armanca bombebarana dewleta Tirk kir.

Dewleta Tirk a dagirker di hem wextê serdana înîsiyatîfê de li gûndê Gelale yê girêdayê Silêmaniyê seyareke sivîl kir armanc.

Şêniyê gundê Gelalê: Ji Tirkiyê re sînorek daynin bes e

Weke di dimenan de jî xuya dibe erebe di gundê tije sivîl hatiye armancgirtin.

Têkildarî ziyanên bombebaranê; heta niha zanyariyên zelal bi dest neketine.

Hat gotin piştî bombebaranê jî balefirên Tirk li ser asîmanê deverê digeriyan.

Ciwaneke gundê Gelalê bi rêya telefona xwe dîmen kişand û bang li rayedarên Başûrê Kurdistanê dike ku êdî ji dewleta Tirk re sînorekî deynin.


“Bi çekên Ewropayê Kurd tên kuştin”

Piştî êrîşê Înîsiyatîfê bi daxuyaniyeke êrîşa dewleta Tirk ya li gundê Gelale şermezar kir û got:

“Tirkiye bi vî awayî dixwaze axa Kurdistanê dagir bike. Di serî de Amerîka, Almanya û welatên NATO’yê hevkarên van êrîşanin.

Dema em li herêmê bûn êrîş pêk hat.

Mixabin hikumetên Bexda û Hikumeta Federe ya Kurdistanê li hember van êrîşan bêdeng dimînin.

Di van êrîşan de sivîl tên armancgirtin. Ev êrîş bi çekên dewletên awrupî tên kirin.

Divê devletên ewropî destur nedin ku bi çekên wan kurd bên kuştin.”

Înîsiyatîfa Navnetewî ya Kurdistanê bang li dewletên Ewropî kir ku li hember êrîşên dewleta Tirk bêdeng nemînin.

Back to top button