Malbata Şenyaşar bi Kiliçdaroglû re rûnişt

Malbata Şenyaşar a ku bêtirî 100 rojî ye di Nobeta Edaletê de ne, bi Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû re civiya.

Emîne Şenyaşar a ku hevjînê wê û du kurên wê ji aliyê parêzvan û xizmên Parlementerê AKP’ê Halîl Îbrahîm Yildiz ve hatibûn kuştin, tevî kurê ku di êrişê de birîndar bûbû li Dîlokê digel Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû re rûniştin.

Di hevdîtinê de Kiliçdaroglû agahiyên nivîskî ji parêzerê malbata Şenyaşar “Bulent Dûran” xwestin û got:

“Ez ê van agahiyan li Meclisê bidim serokwekîlan. Ez ê hewl bidim ku ev mijar li parlamenê bibe rojev.

Ez ê digel Wezîrê Dadê bicivim û vê paşguhkirinê şermezar bikim. Divê edalet pêk were.”

Back to top button