Hevpeymaniya Erebî di nava 24 saetan de 17 dronên Hûsiyan rûxandin

Li Yemenê her ku diçe şer kûrtir dibe. Hevpeymaniya Erebî ya li jêr serpereştiya Erebistana Siûdî ragihand “hêzên wan 6 dironên din ên Hûsiyan rûxandin”.

Hevpeymaniyê diyar kir ku bi vê yekê, di nava 24 saetan de jimara dronên rûxandî yên ku Hûsiyan ber bi başûrê Erebistana Siûdî ve berdane, gihaşt 17 dronan.

Hevpeymaniyê da zanîn “ev dron berî ku bigihêjin Siûdiyê, li asîmanê Yemenê hatin bêbandorkirin”.

Li aliyekî din, çekdarên Hûsî bajarê Meiribê bêserûber bi mûşekên balîstîkî bombebaran dike.

Aliyê din ê Yemenî û qada navdewletî dibînin ku êrîşên Hûsiyan sûcên şer in û tên wateya redkirina agirbest û çareseriya siyasî.

Back to top button