Di 2 hefteyan de 8 welatiyên Efrînê hatin kuştin û gelek kes hatin revandin

Li Efrînê sûcên çeteyên her hene û zêde dibin..
Di navbera 7 û 19 vê mehê de jin û zarok jî di nav de 8 Efrînî bi destê dewleta Tirk û çeteyên wê hatine kuştin.

Di vê derbarê de Tora Çalakvanên Efrînê bi raporekê aliyeke ji sûcên ku artêşa Tirk û çeteyên wan di nava 7-19 vê mehê pêk anîne, eşker kir.

Di raporê de hat ragihandin, çeteyên dewleta Tirk zarok, jin û kesên temenmezin jî di nav de 8 sivîl bi rêbazên cûda kuştin.

4 kesên temen mezin jî di nav de 22 sivîl jî revandine û ew êşkence kirin.

Bi alîkariya Qeterê gundên nû ji çeteyan re têne avakirin

Li aliyê din jî dewleta Tirk bi alîkariya Qeterê, li gundên Kefer-sefra û Hec Hesna yên navçeya Cindirêsê avakirina 2 gundên bicihkirinê ji malbatên çeteyan re, didomînin.

Back to top button