Sozdar Avêsta: Metirsiya herî mezin niha liv û tevgera PDK’ê

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta diyar kir ku metirsiya herî mezin a niha li dijî gerîla, liv û tevgera PDK’ê li Qadên gerîla ye.

Lewra Avêsta destnîşan kir ku divê PDK tavilê dest ji vê helwesta xwe berde, divê pêşmerge û hêzên Taybet ji qadên gerîla vekişin.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta derbarê êrîşên dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê û hevkariyê PDK’ê ji Stêrk TV re nirxandin kir.

Sozdar Avêsta diyar kir ku berxwedan û têkoşîna gerîla dewleta Tirk ji bingehê ve dihejîn û aniye ber hilweşandinê.

Lê Avêsta îşaret pê kir ku mertirsiya herî mezin niha li dijî gerîla, liv û tevgera PDK’ê ya li herêmên parastinê yên Medyayê ye, nexasim bûyera li Metînayê ye.

5ê Hezîranê li Metînayê dema ku pêşmergeyên PDKê qadên gerîla dorpêç dikirin, wesayîteke zirxî ya pêşmergeyên PDKê hate hedefgirtin, di encamê de 5 pêşmerge hatin şehîdxistin û 4 jî birîndar bûn..

Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Murat Karayilan got “ev êrîş ji aliyê wan ve nehatiye kirin û armanceke wan ku êrîşî pêşmerge bikin jî nîn e, lê divê peşmerge jî li gel dewleta Tirk erîşî gerîla nekin.”

Avêsta got:

“Gerîla bi xwîna xwe berxwedaneke dîrokî û destanî dinîvsîne, lê nêzîkatiyên PDK’ê metirsiya herî mezin e.

PDK’ê li pêşiya serketina têkoşîna gelê Kurd dibe asteng.

Eger gelê Kurd têk biçe, ev yek wê ne ji ber xurtbûna dewleta Tirk be, wê ji ber xiyanetê be.

Her wiha wê ji ber nêzîkatiya hevkariyê ya PDK’ê be, wê ji ber komên alîgirê şer ên di nava PDK’ê de, be.”u

Sozdar Avêsta: Divê Pêşmerge û hêzên taybet ên PDK’ê xwe ji qadên gerîla vekişînin

Sozdar anî ziman ku ji pismamên malbata Barzanî yên di nava rêveberiya PDK’ê de Ethem Barzanî helwestekî gelekî hêja û cihê hurmetê li dijî dagirkerî û hevkariya PDK’ê, nîşan da.

Her wekî Sozdar Avesta bal kişand ser Insiyatîfa Parastina Kurdistanê ya Navneteweyî û got:

“PDK divê ji vê hewldanê serbilind be û dest ji polîtîkayên xwe yên hevkariya bi dagirkeriyê re û polîtîkayên dijminane berde.

Eger hurmetê nîşanî Kurd û Kurdistanê dide divê pêşmergeyên xwe, hêzên xwe yên taybet ên şandine qaden gerîla, tavilê vekişîne.”

Back to top button