Hunermend Mihemed Ehmed: Divê herkes ji bo yekîtiyê erka xwe pêk bîne

Hunermend Mihemed Ehmed ,Welatiyên Silêmaniyê ,û koma Şanoyê ya “Şem” li Germiyanê bi yek helwestê li dijî êrîşên dewleta Tirk ya dagirker derketin.

Aliyên navborî diyar kirin ku divê partiyên siyasî pirsgirêkên xwe bi riya diyalogê çareser bikin.

Nerazîbûna li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û hewldanên PDK’ê yên ji bo lidarxistina şerek di nava Kurdan de,her ku diçe zêde dibe.

Hunermend Mihemed Ehmed derbarê vê mijarê de ji Rojnews re axivî.

Hunermend Mihemed got:

“Balafirên dewleta Tirk rojane bombe li herêmê dibarînin,Ji ber vê yekê jî niha li herêmê gelek qurbanî çê dibin.

Ji bo ku em malwêran nebin, pêşxistina yekîtiyê di navbera hemû kurdan de pêwîst dike.

Her wiha bi vê yekîtiyê wê rê li ber Tirkiyeyê were girtin.”

Welatiyên Seyîdsadiq: PKK ti demê şerê birakujî nake

Têkildarî heman mijarî welatiyê Silêmaniyê jî nerazîbûnên xwe anîn ziman.

Şînî Saman Mistefa diyar kir ku dewleta Tirk bi dirêjahiya dîrokê hertim dijminahiya Kurdan kiriye.

Mistefa destnîşan kir ku divê gelê Kurd bi hev re yek helwest bin,da ku rê nedin dewleta Tirkiya ya dagirker xaka Kurdistanê dagir bike.

Mistefa derbarê hevkariya PDK’ê bi dagirkeriya Tirkiyê re mixabina xwe anî ziman û got:

Mixabin PDK ji bo berjewendiyên xwe hevkariya dijmin dike.

PKK tu carî şerê birakujî nake.

Di hemna demê de li Kurdistanê jî tu hêzek Kurdî di şerê birakujî de bi serneketiye. Divê hêzên kurdî nema şerê hev bikin.”

Paşê jî welatiyê bi navê Tofîq Hema di derbarê heman mijarê de axivî:

“Pêwîste gelê Kurd dijminê xwe baş nasbikin,di heman demê de divê li dijî kiriyarên dijmin hişiyar û yekdest bin.”

Şînî Salih Mihemed jî diyar kir ku divê gelê Kurd li her derê dakevin qadan li dijî dagirkeriyê helwestên xwe nîşan bidin.

Li Germiyanê şanoya Xaka Mirî hat nîşandan

Li dijî êrîşên û kiriyarên dewleta Tirk duh li Germiyanê li navçeya Kelarê bersivek bi rêka şanoyekê de hat dayîn.

Di çarçoveya pêngava “Werin cenga azadiyê” de ev şano pêk hat.

Back to top button