Ermîn Sarcisyan: Divê welatî dengê bidin bê ku ti pirsgirêk derkeve

Piştî krîza siyasî ya ji ber şerê Azerbeycanê, hikûmeta Ermenistanî ji îro ve dest bi hilbijartinên pêşwext kiriye.

Di hilbijartinên pêşwext de, 25 partî û blokên siyasî beşdar bûne û zêdeyî 2.5 kes xwedan mafê dengdanê ne.

Li gorî komîteya hilbijartinan a Ermenî, bêtirî 2 hezar navendên dengdanê li ber dengderan vekirî ne.

Serokê Ermenistanê Ermîn Sarcisyan bang li welatiyan kir ku dengê bidin, bê ku ti pirsgirêk derkeve.

Serokwezîr Nîkol Paşînyan ê ku ji ber şerê li Qerebaxê rastî nerazîbûna gel hatibû, di nava hewldanan de ye erka wî ji dest wî neçe.

Jixwe ev hilbijartinên pêşwext, li ser banga Paşînyan pêk tên, pişî guvaş û fişara rikeberiya li welêt.

Back to top button