3 Hezar şêx û rûspiyên bajarê Reqayê li dijî êrîş, li reqayê çalakiyeke kombûnê ya bi navê “Hevgirtina Hezkirin û Aştiyê’ li darxistin.
Çalakiya şêx û rûsipiyên Reqayê duh li gundê Essilhebiya Eşşerqiye bi amadebûna sê hezar şêx, rûspî û kesayetên navdar pêk hat.
Şêx û Rûsipiyên Reqayê piştgiriya xwe ya bi QSD’ê re ragihandin û diyar kirin ku ewê rê nedin aliyên ku dixwazin di nav pêkhateyan de fitneyê derxînin.
Şêx û Rûsipiyên diyar kir ku wan vê kombûnê ji bo redkirina fitneyan û hevgirtina bi QSD’ê re li dar xisitne.
Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûryê: Parastina gel li hember êrîşan erka me ye
Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku li hember hewldanên fitne û dagirkeriyê, parastin erka her kesî ye.
Hêzên ewlehiyê diyar kir ku ew ji bo parastina gel û herêma xwe amad ne, û bang li gel dikin ku giringiya parastinê nas bikin û bi erka xwe rabin.