MEHMET OCALAN: HER BOSTA VÊ AXÊ WARÊ OCALAN E, DIVÊ ROJBÛN WERE PÎROZKIRIN

Birayê Rêber Ocalan, Mehmet Ocalan bal kişand ser dorpêça gundê Amara ku Ocalan lê ji dayîk bûye û got:
“Rêberê gelê kurd tenê ne li vî gundî hatiye dinê.
Li her deverê hatiye dinê. Her bihosta ku çûyê bû warê wî.
Ji ber vê yekê divê kurd li her cihê lê ne vê rojê pîroz bikin.”

Rêber Ocalan di 4’ê Nîsana 1949’an li Gundê Amara ya girêdayî Navçeya Xelfetiya Rihayê ji dayîk bû.

Birayê Rêber Ocalan, Mehmet Ocalan bal kişand ser girîngî û wateya 4’ê Nîsanê û greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Ocalan didome.

Mehmet Ocalan diyar kir ku 20 sal in tecrîd li ser Ocalan didome û di 3 salên dawî de ev tecrîd li her devera welat belav bûye û divê despêkê gelên Tirkiyê tecrîda li ser xwe bişkînin.

Ocalan destnîşan kir ku divê kurd rojbûna Ocalan li Tirkiyê û her devera cîhanê veguherîne roja berxwedanê û got:

“Îro dewlet nahêle ku gelê kurd were gundê Serokatiya xwe.

Rêberê gelê kurd tenê ne li vî gundî hatiye dinê. Li her deverê hatiye dinê.

Her bihosta ku çûyê bû warê wî. Ji ber vê yekê divê kurd li her cihê lê ne vê rojê pîroz bikin.

Divê îro dersek mezin li dijî vê zîhniyeta qedexeker û qirker bê dayîn. ”

OMER OCALAN: EM DI 4 NÎSANÊ DE XWEDÎ LI HEBÛNA XWE DERKEVIN

Walîtiya Riha hefteyek berî 4’ê Nîsanê, li tevahiya bajêr ji 1’ê Nîsanê heta 6’ê Nîsanê çalakî, şahî û kon vedan qedexe kir.

Polîs û leşkeran jî tevahiya navçe û taxa Amara ya navçeya Xelfetî ya Riha ku Ocalan li wir ji dayîk bûye dorpêç kirin.

Parlementerê HDP’ê Omer Ocalan ê ji gundê Amaraye û bi ferman Wezareta Karê Hûndir destûr nehat dayîn ku bikeve gundê Amara, bang kir û got:

“Em di 4 Nîsanê de xwedî hebûna xwe derkevin.”

Leave a Reply

Back to top button