Yemen..di şerê navbera artêşa Yemen û Husiyan de 47 kes mirin

Şerê li Yemenê careke din gur bûye.
Di encama şerê navbera artêşa Yemen û çekdarên Husiyan de 47 kes hatin kuştin.

Şerê di navbera artêşa Yemen û Husiyên ku piştevaniya xwe ji Îranê digre de, li enyên cuda yên bajarê Marib yê li rojhilatê welat didome.

Rêveberên Yemenê ragihandin ku koalîsyona bi pêşengtiya Erebîstana Siûdî êrişên berfireh li dijî navendên Husiyan pêk anîn.

Di encama 17 êrişên hewayî yên li herêma Maribê de, 31 jê çekdarên Husî bi giştî 47 kes hatin kuştin.

Ji Îlona 2014’an ve şerê navbera Husî û artêşa Yemenê de, derketî heta îro jî dewam dike.

Back to top button