Di nava 3.5 salan de herî kêm 440 zarok li ser rêya Ewropayê mirin

Li ser rêya Ewropayê, di navbera sê sal û nîvan de, 35 jê pitik herî kêm 440 zarok mirin.

Ev dane ji aliyê tevna bi navê “United” hate hevdan û ji aliyê tevna rojnamevanan Lost In Europe ve hate lêkolînkirin.

Dane bi wesîleya 20’ê Hezîranê Roja Penaberan a Cîhanê hate weşandin.

Li gorî vê yekê, di navbera Çileya 2018’an û Hezîrana 2021’ê de li ser rêya Ewropayê herî kêm 440 zarokên koçber jiyana xwe ji dest dan.

Ji wan 35 jî pitik bûn.

Her wiha 33 jinên ducanî jî di vê rêwîtiyê de jiyana xwe ji dest dan.

Piraniya van zarokan li peravên Lîbya, Tirkiye û Fas ên Derya Spî xeniqîn.

Gulana 2018’an li nêzî bajarê Monsê yê Belçîkayê, polîsan dema ku dan pey wesayitekê, zaroka Kurd Mawda qetil kiribûn.

United ji sala 1993’an û vir ve daneyan kom dike.

Heta niha herî kêm 44 hezar û 764 koçber û penaberan jiyana xwe ji dest dane.

Ev bîlanço xwe dispêre nûçe û agahiyên li rojname û malperên înternetê hatine weşandin.

Back to top button