
Serokê Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn yê Başûrê Kurdistanê Cemîl Hewramî got,
Tirkiyê Başûr dagir dike û dijî vê jî ne tenê bêdengî heye, lê hinek kes ji vê yekê kêfxweş in.
Hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cengî jî bang li pêşmergeyan kir ku neçe şerê birakujiyê.
Palamenterên Iraqê jî diyar kirin ku bêdengiya aliyên siyasî yên Iraqê li hemberî dagirkeriya Tirkiyê ji ber lihevkirina aliyên siyasî ya bi Enqereyê re ye.
Nerazîbûna li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê roj bi roj zêde dibe.
Serokê Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn yê Başûrê Kurdistanê Cemîl Hewramî di merasîmekê de behsa dagirkeriya dewleta Tirk ya er xaka Başûrê Kurdistanê kir.
Cemîl Hewramî got;
“Tirkiye xaka Başûr dagir kiriye, 70 baregeh ava kirine û bi çekên qedexe herêmê bombebaran dike.
Ne tenê bêdengî heye, hinek kes ji vê yekê kêfxweş in.”
Hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cengî bang li pêşmergeyan kir ku neçe şerê birakujiyê
Li Silêmaniyê Kongreya 2. a Pêşmergeyên Dêrîn yên Başûrê Kurdistanê hate lidarxistin û Hevserokê Yekîtiya Nîştimana Kurdistan YNK’ê Lahor Şêx Cengî tevlî kongreyê bû û peyamek da.
Lahor Şêx Cengî di peyama xwe de got:
“Armanca me ye, pêşmerge hertim hêzek nîştimanî be û ne ji bo me û ne jî ji bo kesek din, neçe şerê birakujiyê.”
Rapora derbarê dagirkeriya Tirkiyê ber destê hikûmetê ye
Her wiha 8 û 9’ê Hezîranê komisyonek hevbeş ji Parlementoya Iraqê û Başûrê Kurdistanê serdana herêma Dihokê kir ku di jêr êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk de ne.
Endamê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Kati Rikabî yê li nava komisyonê bû derbarê mijarê got, lijne derbarê dagirkeriya dewleta Tirk de rapora xwe nivîsandine û radestî hikumet û parlamentoya Iraqê kir.
Rikabî diyar kir ku Tirkiye dixwaze tişta li Sûrî kirî li Iraqê jî dubare bike û got:
Li Iraqê, talankirina xwezayê û birîna daran tê kirin.
Selîm Hemze: Ne mafê hikûmetê ye ku rê bide artêşekê serwerriya Iraqê binpê bike
Parlamenterê Iraqî Selîm Hemze jî bêhelwest nema û sedema dagirkeriyê bi bêdengiya aliyên siyasî yên Iraqê ve girêda .
Ji bûyerên diqewimin, rayedarên Iraqê berpirs in.
Selîm Hemze bêdengiya li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk jî şermezar kir û ev tişt anî ziman:
“Mafê hikumeta Iraqê nîne rê bide artêşek derve, bê nav xaka Iraqê û serweriya welat binpê bike.”
Palamenterên Iraqê: Bêdengiya hemberî dagirkeriya Tirkiyê ji ber lihevkirina pê re ye
Tê payîn Parlamentoya Iraqê 22’iyê Hezîranê bicive.
Lê di bernameya parlamentoyê de mijara dagirkeriya Tirkiyê nîne.
Endamê Hevpeymana Fetih Mihemed Beldawî da zanîn ku fraksiyonên di nava parlamentoya Iraqê de çavê xwe li pirsgirêka dagirkeriya dewleta Tirk ya li Başûrê Kurdistanê digrin.
Bêdengiya li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk, ji ber lihevkirina aliyên siyasî ya bi Enqereyê re ye.
325 Rojnamegerên Kurd: Qqet berjewendiya Kurdan di şerekî navxweyî de tine ye
Li aliyê din jî, ji Başûr, Rojava, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê 325 rojnamegerên Kurd bi daxuyaniyek hevpar banga bidawîkirina gengeşiya li Başurê Kurdistanê ya di navbera hêzên kurd de kirin û diyar kirin ku qet berjewendiya Kurdan di şerekî navxweyî de tine ye.