Artêşa dagirker bi çekên giran Til Rifet topbaran kir

Artêşa Tirk û komên xwe yên çete cardin êrîşî herêmê kirin û navçeya Til Rifet kirin armanc.

Duh êvarê artêş Tirk a dagirker û çeteyên wê navenda navçeya Til Rifetê ya Şehbayê bi çekên giran topbaran kirin.

Topbarana heta derengiya şevê berdewam kir.

Tê de artêşa dagirker yekser malên sivîlan kir armanc, heta niha ti agahî derbarê encama topbaranê de bi dest neketine.

Back to top button