Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan a Tebqayê bi boneya Roja Penaberan a Cîhanê daxuyaniyk da û bang li aliyên têkildar kir ku berpirsyartiyên xwe li hemberî koçberên Sûrî bi cih bînin.
Navendê di daxuyaniyê de eşkere kir ku li gorî daneyan, hejmara penaberên Sûrî derdora 2 milyon kes in û ji sedî 75 ji wan jin û zarok in.
Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan a Tebqayê bang li NY kir ku berpirsiyartiyên xwe li hemberî koçberên Sûrî taybet yên di kampên Bakur û Rojhiltê Sûriyê de, pêk bîne.
Her wiha banga bidawîanîna azarên koçberan û pêşkêşkirina alîkariyê li aliyên peywendîdar bo koçberên Sûrî kir.