Tevgera Goran û YNK li ser hilbijartina parlementoya Iraqê li hevkirin

YNK û Tevgera Goran di çarçoveya Hevpeymaniya Kurdistanê de li ser hilbijartina parlamentoya Iraqê li hev kirin.

Lihevkirina aliyan duh bi merasîmekî û îmzekirinê fermî pêk hat.

Di merasîmê de Birêveberê Tevgera Goran Omer Seyîd Elî axivî û anî ziman “Piştî çend civînên di gel YNK’ê wan li hev kir û ev lihevkirin jî ji bo pêkanîna hevpeymaniya hilbijartinên dema pêş a Iraqê ye.”

Hevserokê YNK’ê Bafil Talebanî jî girêdana xwe ya bi peymanê tekez kir û got ”
Naxwazim ev lihevkirin tenê ji bo vê hilbijartina dema pêş be, dixwazim her tim bi hev re bin.”

Lahor Şêx Cengî jî diyar kir ku ew wek serokê hevpeymaniya Kurdistanê bê cûdahî ji bo lihevkirina bi Goran re biçe serî wê bixwebite û got:

” Ger em ne yek bin nikarin armancên xwe bi dest bixin.”

Back to top button