Li Banê ya Rojhilatê Kurdistanê leşkerên Îranê kolberekî din kuşt

Li Rojhilatê Kurdistanê kolberekî din ê kurd di gulebarana hêzên rêjîma Îranê de jiyana xwe ji dest da.

Ajansa Nûçeyan KurdPa ragihand “Duh hêzên Rêjîma Îranê kolberê kurd ê bi navê Seîdûn Ehmedî li herêma Henge Jal a ser bajarê Baneyê ya Rojhilatê Kurdistanê ve, gulebaran kir. ”

Di encamê de Ehmedî jiyana xwe ji dest da.

Roja înê jî li gundê Dişê ya girêdayî bajarê Pawê ya Rojhilatê Kurdistanê hêzên leşkerî yên Îranê kolberê bi navê Beşîr Ehmedzade yê ji xelkên heman gundî ye, kuştin.

Back to top button