Serokê KKP’ê Sînan Çîfyurek: Divê Kurd li hember dagirkeriyê bibin yek

Êrîşên dagirkeriyê û hevkariya PDK’ê ya digel dijmin, hêrsa gelê Kurd bi tevayî rakiriye. Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê-KKP’ê û endamê KNK’ê Şukrullah Hemedemîn bang li tevahiya Kurdan kir ku li hember dagirkeriyê bibin xwedan yek helwest û yek dengî.

Roj bi roj, bertek û nerazîbûn zêdetir dibin, lê PDK’ê ji helwesta xwe ya hevkarane venagere.

Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê-KKP) Sînan Çîf-yurek anî ziman ku Tirkiye dixwaze statuyên Kurdan ji holê rake, lewre tevahiya Kuran li hember van polîtîkayan bibin xwedan yek helwest.

Şukrullah Hemedemîn: Pêwîstî bi helwesteke girseyî heye

Endamê KNK’ê Şukrullah Hemedemîn jî ji aliyê xwe ve da zaîn ku Enqere hewl dide ku bi behaneya PKK’ê, Başûrê Kurdistanê dagir bike.

Pêşmergeyê Dêrîn Mihemed Welî: Eger PKK nemîne, DAIŞ dê bikeve Qendîlê jî

Di çarçoveyê de, Pêşmergeyê Dêrîn Mihemed Hacî Welî ê ku ji ber şerê birakujiyê dest ji pêşmergetiyê berdaye, got ku PDK niha hewl dide ku bi fermana Tirkiyê şerekî birakuijiyê derxe.

Mihemed Hacî Welî got ku eger PKK li Qndîlê nemîne, DAIŞ dê lê bi cih bibe.

Pêşmergeyên Dêrîn bang li tevahiya kurd û partiyên siyasî kir ku li hember dijmin bibin xwedan yek deng, dest û yelwest.

Back to top button