Gerîlayên Kurdistanê di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de derb li ser derbê li artêşa Tirk ya dagirker didin.
HPG’ê ragihand li herêma Avaşînê di encama çalakiya gerîlayan de 3 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin û gelek amûr jî hatin rûxandin.
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi çalakiyên bi bandor rojane derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dide ku ji 23’yê Nîsanê ve êrîşî başûrê Kurdistanê dike.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşên dewleta Tirk û çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de gerîla derb li artêşa Tirk a dagirker xistiye û ev agahî parve kir;
“Di 20’ê Hezîranê de li Qada Kîlîse ya Avaşînê li hêzên dagirker hate xistin. Li vir 3 dagirker hatin kuştin û dagirkerek jî birîndar bû. Di heman demê de kamerayeke mobesse û dûrbîneke teleskop jî hate îmhakirin. Heman rojê li berpalên Çarçela ya Avaşînê bi çekên giran li 3 kepçe û wesayîtekê hate xistin ku dixwest ji bo dagirkeran rêya leşkerî çêbike. Derbeke xurt li kepçeyekê hate xistin û xebata çêkirina rêyan hate sekinandin.”
HPG’ê da zanîn êrîşên hewayî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî dewam dikin.
Hat diyar kirin 19,20 û 21’ê Hezîranê qadên Girê Sor û Werxelê yên herêma Avaşînê,
Hat gotin di van bombebaranan de tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.