Partiya “Peymana Sivîl” a Nîkol Paşînyan di hilbijartina pêşwext a li Ermenistanê de ji sedî 53.9 ê dengan wergirt û bi ser ket.
Komîsyona Hilbijartinan a Ermenistanê ragihand, Partiya Peymana Sivîl ku berî niha jî zêdetirîn kursiyên wê hebûn li parlamentoyê, ji %53.9ê dengan bidest xistin û Hevpeymaniya Ermenistanê ya bi serokatiya Robert Koçeryan jî ji %21ê dengan wergirt.
Berî ragihandina encamên hilbijartinê bi fermî Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan serkeftina xwe ragihand û got:
“Ji xwe em zanin ku di hilbijartinê de me serkfetineke xurt bi dest xistiye û li Parlamentê em ê careke din serwer bûn.”
Gelek çavdêr bi fikar in ku çalakiyên protestoyî yên tundiyê rû bidin. Civaka Ermenî, ji têkçûna li Qerebaxê û vir ve ji hev cihê bûye.
Paşînyan di hilbijartinên sala 2018’an de bi rêjeya ji sedî 70’î bi ser ketibû.