Dayika Ş.Hevrîn Xelef: Kujerên Hevrîn Xelef û Denîz heman kesin; AKP û MHP ye

Dayika Ş.Hevrîn Xelef, Sersaxî ji dayika Ş.Denîz Poyraz Fehîma Poyraz re xwest û banga zelalkirina helwestê ji Rêxistinên Mafên Mirovan kir.

Dayika Ş.Hevrîn Sûad Mistefa diyar kir ku heman kujerên ku Hevrîn Xelef kir armanc, Denîz Poyraz jî kir armanc, ew jî faşîsta AKP û MHP ye.

Sûad Mistefa da zanîn ku bi qetilkirin, binçavkirin û girtina jinan hîn nefreta jinan xurtir û zêdetir dibe.

Sûad ev tişt anî ziman:

“Hevrîn û Denîz guleyek jî neavetibûn dewleta Tirk. Mafê mirovan qaşo dibejin hemû derî ji siyasetmedaran re vekirine.

Lê mixabin her du di deriyê aşitiyê ku tê re dimeşiyan hatin qetil kirin.”

Dayika Ş.Hevrîn bang li Rêxistinên Mafên Mirovan kir da ku rê li pêşiya sûcan dewleta Tirk bigirin ji ber ku heger wiha bêdeng bimînin tê wê wateyê ku ew jî şirîkê kujeran in.

Back to top button