Li Kampa Holê rewşa kampax e û saziyên navdewletî wê paşguh dikin..Herî dawî bi armanca şopandina rewşa kesên di Kampê de Şandeyekê ji MSD’ê serdana Kampê kir.
Hevserokên MSD’ê û Cîgirên wan, Seroka Meclisa Rêveber Ilham Ehmed û Cîgira wê, û hin rayedarên MSD’ê cihê xwe di serdanê de girtin..
Şande bi Rêveberiya Kampê re civiya..
Şêwirmandê rêveberiya kampên li herêma Cizîrê Rojhat Alî zêdebûna hejmara kesên di Kampê de û kêmnaiyên wê ji Şnadeyê re ragihand û xemsariya rêxistinên navdewletî, di milê tenduristî û pêdiviyên jiyanî de rexne kir..
Piştre, şande li nava Kampê geriya û hemû aliyên Kampên ji nêz ve şopandin..
Hevserokê MSD’ê Riyad Derar ji ANHA’yê re diyar kir ku, rewşa Kampê Kampax e û ew ê vê rewşê bighînin aliyên peywendîdar ên navdewletî.
Ev cara yekê ye MSD’ê serdana Kampê dike û rewşê ji nêz ve dişopîne..
Kampa Holê ya Rojhilatê Hesekê bêhtirî 72 hezar ji koçber, penaber û malbatên Çeteyan dihewîne..