Li aliyekî berxwedanekî dîrokî ji aliyê gerîla ve tê kirin li aliyê din jî kurd li hemberî şerê navxweyî û dagirkeriyê tevgerek çêkiriye. Berovajî vê yekê, Serokê Başûrê Kurdistanê dîsa bi zimanê dewleta Tirk helwest êrîşî PKK’ê kir û helewsta Kurdan ji nedîtî ve dît.
PKK’ê, li dijî dagirkeriya Tirk li ser Başûrê Kurdistanê berxwedanek dîrokî dike û derbeyên giran li dagirkeran dixe.
Her wiha di demekê de ku gelê kurd li dijî şerê navxweyî radibe û li dijî dagirkeriyê bi xurtî helwest nîşan dide, dîsa helwesteke bi Sosret derket holê..
Careke din, Serokê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi zimanê dewleta Tirk êrîşî PKK’ê kir û bingeha şerê navxweyî amade dike…..
Nêçîrvan Barzanî got: “Divê aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê bi yekdengî û yekhelwestî ji PKKê re bêjin, ev şer bê sûd e û vî şerî ji gelê Kurdistanê dûr bike.”
Nêçîrvan bi van gotinên xwe, berxwedana PKK’ê li dijî dagirkeriya Tirk û hewldanên Kurdan ên pêşîgirtina şerê navxweyî ji nedîtî ve dît.
Li şûna ku helwestê li dijî dagirkeriya Tirk bide û banga derxistina wê ji xaka xwe bike brovajî wê Nîçrvan ji PKK’ê vê daxwazê dike:
“Divê ev şer ji axa û gelê kurdistanê bê dûrxistin”.
Çavdêr dibînin ku PDK’ê bi vê helwesa xwe rê li ber dagirkirina Başûrê Kurdisanê vedike û dibe hevkarê dewleta Tirk.
Gerîla bi xwîna xwe berxwedaneke dîrokî û destanî dikin, lê belê ev nêzîkatiya PDK’ê metirsiya herî mezin e.
Metirsiya herî mezin jî liv û tevgera PDK’ê li herêmên parastinê yên Medyaye.
Ev jî li pêşiya serketina têkoşîna gelê Kurd dibe asteng, lewra Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan hişyarî da ku “eger di nava wan de şerek derkeve, hingî ew ê her tiştî ji dest bidin.