30 kesên din li herêmê bi vîrosa Coronayê ketin

Desteya Tenduristiyê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ragihand ku 30 kesên din bi vîrusa Coronayê ketin.

Hevserokê Desteyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên bi Coronayê ketine, 11 mêr û 19 jin in.

Mistefa da zanîn 4 kesên din ji nexweşiya Coronayê baş bûn.

Heya niha hejmara pêketiyên Coronayê li herêmê gihaştiye 18 hezar û 396 kes; ji wan 757 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 858 kes jî baş bûne.

Back to top button